Artêşa Tirk û komên xwe yên çete vê sibê cardin êrîşî herêmê kirin û gundewarê Şehbayê kirin armanc.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê ji sibê ve gundê Eyndeqnê, belûniyê derdora Til Rifet û gundê Semuqa û bendava Şehbahê topbaran dike.
Topbaran heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî berdewam dikir.
Artêşa dagirker duh êvarê jî gundê Eyndeqnê û Minix ên Şehbayê bi 15 guleyên obusan topbaran kir.