Şandeya ji Catalonia a serdana navenda Kongreya Star a bajarê Qamişloyê kir û kêfxweşiya xwe bi naskirina tecrûbyea Şoreşa Rojava û destkeftiyên jinan re anî ziman.
Şandeyê serdana navenda Kongreya Star a bajarê Qamişloyê kir û kêfxweşiya xwe bi naskirina tecrûbyea Şoreşa Rojava û destkeftiyên jinan re anî ziman.
Her du aliyan mijarên girêdayî çawaniya birêxistinkirina jinan, girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera herêma Catalonia û Kongreya Star de, pêkanîna xebateke hevpar û veguhestiya pisportiyê li ser asta têkoşîna jinan, parve kirin
Ji aliyê xwe ve, şandeya Kataloniayê girîngiya şoreşa Rojava û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin destnîşan kirin.
Her wiha kêfxweşiya xwe bi naskirina Kongreya Stra anî ziman û diyar kir ku naskirina civaka Kataloniyayê bi şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê armanca wan sereke be.