Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ kampanya alîkariyê ragihandin

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ragihandin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengal û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê de ev tişt hate gotin: “Em wek civaka Êzidî ku rastî fermanê hatin, êşa gelê xwe fêm dikin, bi êşa wan re dibin hevpar û sersaxiyê ji wan re dixwezin.

Wek berpirsyarî em jî bi hemû hêza bi mexdûrên erheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê re dinin alîkar.

Li ser vî esasî bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di aliyê madî û manewî de bibin alîkar. Çi ji destê gelê me were bila bikin.

Ji bo wê wek RêvberiyaXweser a Şengalê û TAJÊ kampanya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê radigehînin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ dawiyê got, gelê me dikare li hemû gund û navçeyên Şengalê bi rêya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, her wiha bi rêya meclisên herêma xwe alîkariyê kom bike.

Back to top button