Rojnamevan Alba Ventura di nivîsa xwe ya edîtoriyê de diyar kir ku tevî bûyera erdhejê domandina xebatên hilbijartinê ji aliyê Erdogan ve li dijî rêgezên mirovî ne û got ku “Erdogan ji rehm û heqîqetê para xwe ne-stendiye.
Edîtora rojnameya Fransayê bibîrxist û got; Tevî bûyera erdhejê domandina xebatên hilbijartinê ji aliyê Erdogan ve li dijî rêgezên mirovî ne û diyar kir ku “Erdogan ji rehm û heqîqetê, para xwe nestendiye.”
Alba Ventura anî ziman ku, Erdogan piştî erdheja Mereşê hêj bi cesaretek dibêje ne pêkane ku pêşî li felaketeke wiha bê girtin.
Ventura di dewamê de got: ” Tişta herî rêgezên mirovan binpê dike ewe ku Serokkomarê Tirkiyê tevî vê trajediyê kampanyaya xwe ya hilbijartinê didomîne.”
Ventura ji bo Erdogan jî got, ” Tehemûla wî li hemberî rexneyan tune ye. Li dijî vê, wekî bersiv wî twitter girt û li şûna alîkariyê di karesatekî xwezayî ya ji nedîtî ve hat, rewşa awarte ragihand.”