Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn nêzî 19 hezarî bû

5 rojin dilê gelê kurd ji bo bakurê Kurdistanê lê dide. Gelê ku xemsariya dewleta faşîst dibîne, bi derfetên xwe hewil dide birînên xwe derman bike. Bi derbasbûna demê re bîlançoya qurbaniyan jî zêde dibe. Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane nêzî 19 e hezarî bû.

Ji 6’ê Sibatê roja erdheja li Mereş û Dîlokê ku bandor li 10 bajarên bakurê Kurdistanê kirî dewlet bi xemsarî tevdigere.

Hewar û qêrîna li bin kavilan ji aliyê deshilatê ve nayê bihîstin.

Ji bo dermankirina birînên xwe, gelê kurd li her derê seferber bûye.

Rewşa li ser erdê dide xuyakirin ku encama bîlançoya erdhejê wê giran bibe.

Herî dawî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, li Semsûrê vê carê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Erdogan jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî weke 18 hezar û 991 eşkere kir.

Her wiha 75 hezar û 523 welatî jî birîndar bûne.

Back to top button