Mexdûrên erdhejê berê xwe dan Kampa Serdem a Şehbayê

Koçberên Efrîna dagirkirî ku li şehbayê di nava dorpêçê de ne, malbatên mexdûrên erdhejê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hembêz dike. Rêveberiya xweser jî bi hemû derfetên xwe di nava tevgerê de ye. Ji bo naskirina rewşa mexduran piştî erdhejê, Îro Şandek ji Rêveberiya Xweser gihişt Şehbayê. Her weha karwanekî alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser, ji Minbicê ber bi deriyê Tayihe ve bi ket.

Bandora erdheja 6’ê Sibatê li ser kantona Şehbayê jî kir ku hikumeta Şamê dorpêç kiriye.

Lê tevî wê jî, Koçberên Efrînê mexdûrên erdhejê hembêz dike.

Nêzî 2 hezar û 600 malbatên mexdûrên erdhejê yên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da Kampa Serdem a li navçeya Ehdas ya Şehbayê.

Rewşa koçber û mexdurên Erdhejê, di nava dorpêça hikumeta şamê de her diçe zehmet dibe…

Malbatên qurbaniyên erdhejê li Şehbayê konê sersaxiyê vedan

Li milê din Malbatên qurbaniyên erdheja Cindirêsê konê sersaxiyê yê hevbeş li navçeya Ehdas a Şehbayê vedan.

Konê sersaxiyê wê 3 rojan bidome.

Erdhej- şandeyek ji Rêveberiya Xweser gihişt Şehba

Rêveberiya Xweser jî, ji roja ku ev keraset pêk hatiye ne-sekinye û erkê xwe yê mirov pêk tîne.

Herî dawî ji bo naskirina rewşa şêniyan piştî erdhejê, îro Şandek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gihîşt kantona Şehba.

Rêveberiya Xweser 18 konên alîkariyê li herêma Cizîrî vedan

Doh jî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Kampaniya alîkariyan a “bi hevre ji bo mirovahiyê” da destpêkirin..

Di vê çarçoveyê de, îro li hemû bajar û navçeyên herêma Cizîrê 18 konên komkirina alîkariyan hatin vedan.

Karwanekî alîkariyê ji Minbicê ber bi Tayiha ve bi rê ket

Her weha alîkarî ji bo mexdurên erdhejê, tê şandin.

Karwanê alîkariyên mirovî yê Rêveberiya Xweser ji bo herêmên erdhejê amade kiribû, ji bajarê Minbicê ber bi deriyê Tayihe ve bi rê ket.

Karwanê alîkariyan ji 50 tankerên sotemeniyê pêk tê.

Li aliyê din ji duh ve Karwanê alîkariyê yê li deriyê Um Cilûd ê bakur rojavayê Minbicê sekinye û rê nayê dayîn ku derbas bibe.

Back to top button