Di encama êrîşeke DAIŞ’ê de fermandarekî Iraqî hat kuştin

Li rojhilatî Iraqê, di êrîşeke DAIŞ’ê de, fermandarekî Iraqî hat kuştin.

Çavkaniyan piştrast kir, şemiyê li parêzgeha Diyala ya rojhilatî Bexdayê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşek, li ser bendên artîşa Iraqê, pêk anîn.

Di encam de, fermandarek hat kuştin û 2 leşker birîndar bûn.

Her wiha duh jî, hezên Antî-Teror bi êrîşeke asîmanî, 5 deverên DAIŞ’ê li reze çiyayên Mekhûl li bakurî Iraqê, ji xwe re kir armanc.

Back to top button