Wezîrê Tendirustiyê ya Başûr li ser pirsa derbarê çekên kimyewî de bêdeng ma

Wezîrê Tendirustiyê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê Saman Berzencî, îro ji bo vekirina nexweşxaneyekê serdana Silêmaniyê kir.
Piştî vekirinê Saman Berzencî ji çapemeniyê re axivî û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Lê, Berzencî li beramberî pirsa nûçegihanê Rojnews’ê ya li ser karanîna çekên kimyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve, bêdeng ma û bersiv neda.

Ji 23’yê Nîsanê ve dewleta Tirk li dijî herêma Başûrê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bikartîne.

Li dijî sûc û kirinên dewleta Tirk, Hikumeta Herêma Başûr xwe kerr kiriye û ji nedîtî ve tê.

Berovajî bi alikariya çekirina rê û qaraqolên nû tevgera dewleta Tirk ya dagirkirina herêmê hêsantir dike.

Bêdengmayîna PDK’ê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla vê rastiyê carek din radixe li ber çavan.

Wezîrê Tendirustiyê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê Saman Berzencî, îro ji bo vekirina nexweşxaneyek serdana Silêmaniyê kir.

Piştî vekirina nexweşxaneyê Berzencî ji çapemeniyê re axivî û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Lê, Berzencî li beramberî pirsa nûçegihanê ajansa Rojnewsê ya li ser bikaranîna çekên kimyewî ya li dijî herêmê bêdeng ma û bersiv neda.

Berzencî tenê got, “Li kuderê zanyariya me li ser hebe û em werin erkdarkirin, em ê lêkolînê li ser bikin.”

Her çiqas nûçegihanê Rojnews’ê dubare ji wezîr pirsa çima heta niha tîmên we ji bo lêkolînê serdana wan deverên ku Tirkiye çekên kimyewî lê bikaraniye nehatiye şandin? kir jî wezîr ev pirs bê bersiv hişt.

Hêjayî bibîrxistinê ye heta niha gelek caran HPG’ê û KCK’ê derbarê karanîna çekên kimyawî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne, agahiyên gelek giring belav kiriye.

Herî dawî jî roja 5’ê Mijdarê Komîteya Tendirustî ya KCK’ê bi daxuyaniyek bang li rêxistinên navnetewî kir ku herin deverên ku çekên kimyawî lê hatine bikaranîn, lêkolînê bikin.

HPGê jî da zanîn ji bo lêkolînkirinê ew ê bi hemû derfetên xwe bibin alîkar.

Back to top button