Fransayê Bernar Koşnêr: Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî nebitenê ne emê nehêlin êriş pêk bên

Şandeyeke Fransî ku tê de serokwezîrê karê derve yê berê ê Fransayê Bernar Koşnêr jî cih digire îro li serdana goristana şehîdan a Delîl Saroxan a li Qamişlo kir û li wir daxuyaniyek da.

Şandeya Fransî duh serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir .

Îro şandeyê serdana goristana Şehîd Delîl Saruxan kir û ji aliyê saziya malbatên şehîdan ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê li Goristana Şehîd Delîl Saruxan li dijî gefên Tirkî daxuyaniyek çapemeniyê da.

Li ser navê şandeya Malbatê Şehîdan Mehsûm Hesen kêfxweşiya xwe ya serdana şandeyê anî ziman û got:

Zarokên Rojava bi xwîna xwe mirovahî ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kir; lê dewleta Tirk îro gefên dagirkeriyeke nû dixwe, divê her kes bi li dijî vê dagirkeriyê bi erka xwe rabe.

Bernar Koşnêr di daxuyaniya xwe de ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî re ragihand ew ne bi tenê ne, ew ê nehêlin êriş pêk bên.

Back to top button