Şengalê..Li gundê Qinê dest bi vekirina 6 gorên komî hat kirin

Li Gundê Qinê yê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî yên din hate kirin, ku çeteyên DAIŞ’ê 2014 komkujî lê kiribûn.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê a 3’yê Tebaxa 2014’an de, li gelek gund û navçeyên Şengalê komkujî hatin kirin.

Çeteyan bi sedan welatiyên Êzidî ku ew kuştin xistin gorên bi komî. Heta niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin û 34 ji wan goran hatine vekirin.

Saziya Şehîdan a Iraqê dest bi vekirina 6 gorên komî yên din ên li gundê Qinê yê li başûrê Şengalê kirin.

Bi sedan kes, bi wêneyên qurbanîyan çûn cihê ku wê gorên bi komî werin vekirin. Şandeya Rêvebiriya Xweser a Şengalê jî çûn gundê Qinê yê gorên komî tên vekirin.

Cenazeyên werin derxistin, wê ji bo testên DNA’yê bişînin Bexdayê. Piştî testên DNA’yê, wê nasnameyên qurbaniyan eşkere bibin û bidin malbatên wan.

Hat diyarkirin ku wê xebat çend rojan dewam bike.

Back to top button