Dibistanên Şehba tên sererastkirin

Li gorî agahiyên Desteya Perwerdê ragihand wê dibistanên ku zirar dîtine di betlaneya havînê de bên sererastkirin.

Cîgirê Hevserokê Desteya Perwerdê Fadil Çawîş derbarê mijarê axivî.

Fadil Çawîş ev agahî parve kirin:

Di erdheja 6’ê Sibatê de li Şehbayê 4 dibistan û peymangehekê zirar dîtibûn.

Ji ber sala perwerdeyê sererastkirina dibistanan hatibû taloqkirin.

Niha sala perwerdeyê ya 2022-2023`yan bi dawî bûye.

Lewma wê niha dest bi amadekariyên sererastkirina dibistanan bê kirin.

Endamê Şaredariya Herêma Efrîn û Şehbayê Mehmûd Reşîd jî dibêje:

“Em ê bi hemû derfetên xwe alîkariya Desteya Perwerdeyê bikin.”

Back to top button