Li Rûandayê lehî rabû: Zêdeyî 100 kes mirin

Saziya radyo û televîzyonê ya neteweyî ya Rûanda, ragihand ku şeva Sêşemê ji baranên bi hêz, li bakur û başûrê welêt lehî rabû
Saziyê li gorî bîlançoya derbasdar, ragihand ku 109 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li eyaleta rojava ku herî zêde ji lehiyê bandor bûye, 95 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kesan jî li eyaleta bakur jiyana xwe ji dest dan.

Efrîqaya Rojhilat di demê baranê de, bi karesatên lehiyê re rû bi rû dimîne.

Di Gulana 2020’an de li Rûandayê herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan,

L Kenyayê jî herî kêm 194 kes bûbûn qurbanê lehiyan.

Di dawiya sala 2019’an de ji baranên bi du mehan, di serî de li Bûrûndî, Kenya, Tanzanyayê, Ûgandayê û Sûdana Başûr li herêmê bûye sedema mirina 265 kesan û bi sedhezaran kes malên xwe terk bikin.

Back to top button