353 Saziyên sivîl: Êrîşên dagirker rawestînin

Li Bakûrê Kurdistanê, 353 saziyên sivîl ên civakî deklarasyoneke hevpar weşandin.
Hêzên Ked, Demokrasî û Aştîyê di deklarasyonê de xwestin êrîşên dagirker ên li ser gelên Rojava were sekinandin.

Ji 21 bajarên Kurdistanê 353 saziyên sivîl ên civakî li ser navê Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê deklarasyoneke hevpar weşandin.

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Sekreterê Şaxa SES’ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs ve hat xwendin.

Ulus destnîşan kir ev 200 salin li Rojhilata Navîn mijara sereke neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û di dîrokê de jî eşkere bûye ku ev pirsgirêk bi şer û şidetê nikare were çareserkirin.

Ulus da zanîn ku tevî nerazîbûnên li hemû cîhanê dewleta Tirk li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî dest bi êrîşan kir û tenê di 11 rojên destpêkê de tevî sivîl û zarokan 470 kes jiyana xwe ji dest dan û 300 hezar kes jî penaber bûn.

Ulus bal kişand sûcên şer û bikaranîna çekên kîmyewî û diyarkir ku komên çete yên artêşa Tirk weke Efrînê sûcên giran dikin û êrîşî jinan dikin.

Di dawiya deklarasyonê de ev bang hate kirin:

“Em weke pêkhateyên Ked, Demokrasî û Aştîyê dixwazin ku dagirkirina Bakûr û Rojhilatê Suriyê bê sekinandin, şer bê qedandin û ev pirsgirêk bi rê û rêbazên aştiyane bê çareser kirin.”

Leave a Reply

Back to top button