Dikandarên li Başûrê Kurdistanê malên Tirkiyê şewitandin

Li Başûrê Kurdistanê kampanya boykota malên Tirkiye ku ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta tirk destpê kiribû berfireh dibe.
Tevî gel, gelek esnaf jî piştgirî dan vê boykotê malên Tirkiye yên li dikanan şewitandin.

Gelê Başûrê Kurdistanê bi boykotkirina malên Tirkiyê jî hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan dide.

Boykot li Başûrê Kurdistanê belav dibe û di serî de dikandar, gelek kes piştgirî didin kampanyayê.

Hin dikandarên ku berê malên Tirkiyê kirîbûn jî, malên di dikanên xwe de şewitandin û helwest nîşan dan.

Dikandarê bi navê Karzan Miwefeq ê ji bajaroka Kifrî ya Germiyanê şevê din ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk hemû malên Tirkî ya di nava dikana xwe de da ber agir.

Leave a Reply

Back to top button