Li navçeya Holê semînerek li ser rola jinan hat dayîn

PYD’ê li navçeya Holê ya Hesekê li ser rola jinan di civakê de semînerek da.

Endama rêvebera Nivîsgeha Jin a PYD a Holê Ahîn Elî bi beşdariya bi dehan xelkê bajarok semîner bi rê ve bir.

Ahîn got armanca wan gihandina civakeke exlaqî û wekhevî ye.

Ahîn diyar kir ku azadiya jinê azadiya civakê ye, ji ber ku rola wê di gihandina civakeke pêşketî de girîng e.

Dawiya semîner, hate gotin ku divê jin xwe zana bikin da ku li hember zihniyeta baviksalariyê bisekin û xwe bigihînin astên herî pêşketî.

Madlên El-Ibêd: Armanca me ya sereke ji bo jinan avakirina jiyaneke ewle ye

Back to top button