“Azadiya Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e”

Meclia Şiwrê ya Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe mifteya çareseriya doza Kurd û bidawîbûna şerên li herêmê.
Her wiha meclisê piştgirî da pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Meclisa Şêwirê bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava gelên cîhanî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”.

Meclisê diyar kir ku gel berdêla şer û ajandeyên siyasî yên hêzên navneteweyî didin.

Şerê li Xezayê yê di navbera Filistîn û Îsraîlê de ne şerekî musliman û cihûyan e, lê belê şerekî berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî ye ku tenê sivîlên herêmê berdêla wî şerî didin.

Meclisê nerazîbûn li hember êrişan jî nîşan da û bang li civata navneteweyî kir ku êrişan rawestînin û aloziyên herêmê bi rêbazên aştiyane çareser bikin.

Hat gotin azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û dê aloziyên herêmê bi dawî bike.

Farûq Tozo banga tevlêbûna çalakiyan li şêniyên Hesekê kir

Back to top button