Siyasetmedarên herêmê: PDK’ê naxwaze sûcên Tirkiyê eşkere bibin

Zêdeyî 4 mehan e dewleta Tirk êrişî herêmên parastina medya dike.
Di êrişên xwe de çekên Kîmyewî jî bi kar tîne.
27’ê Îlonê şandeyeke ewropî xwest derbasî herêmê bibe û li ser çekên kîmyewî lêkolîn bike.
Lê PDK’ê negişt ku ev şande derbas bibe.
Siyasetmedar û hiqûqnasên herêmê dibêjin PDK’ê bi zanebûn nehiştiye ku şande derbas bibe.

Serokê Nivîsgeha Partiya Komarê ya Kurdistanê ya Hesekê Mihemed Ehmed nehiştina derbasbûna şandeyê bi sûc binav kir.

Mihemed Ehmed anî ziman ku PDK’ê bi zanebûn rê li ber derbasbûna şandeyê girt, da ku sûcên Tirkiyê eşkere nebin û got:

”PDK’ê bi vê gava xwe dewleta Tirk parast. Û piştrast kir ku ew jî hevkarê Tirkiyê di pêkanîna van sûcan de ye.

Hiqûqnas û endamê Sandîkaya Parêzeran Kawa Fatimê jî kiryarê PDK`ên şermezar kir.

Kawa Fatimê got ku divê PDK’ê rê li ber şandeyê veke da ku erka xwe di şopandina rastiyê de pêk bîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku şande ji endamên rêxistina Bijîjkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî pêk dihat.

Back to top button