Farûq Tozo banga tevlêbûna çalakiyan li şêniyên Hesekê kir

Berdevkê Komîteya Amadekar a çalakiyên konvedanê ya li kantona Hesekê Farûq Tozo jî bang li şêniyên kantonê kir ku bi girseyî tev li çalakiya ku wê sibê destpê bike, bibin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê û berdevkê Komîteya Amadekar a Çalakiyan, Farûq Tozo diyar kir ku çalakî wê 7 rojan berdewam bike.

Çalakiya konvedanê sibê (Înê) bi beşdariya sazî û meclisên kantona Hesekê dest pê dike.

Têkildarî wê Farûq Tozo diyar kir sibê wê tevlêbûn li gorî bernameyeke diyar ji tevahî navçe, bajarokên kantona Hesekê bê kirin.

Di dawiyê de Farûq Tozo bang li şêniyên kantonê kir ku tev li çalakiya konvedanê bibin.

Tebqa-Tevgera Ciwanên şoreşger panelek li dar xist

Back to top button