Reuters: Hêzên Amerîkayê li Hewlêr ji komkujiyekê filitîn

Li gorî nûçeya Reuters’ê, hêzên Amerîkayê yên li baregeha hewayî ya li Hewlêrê ji komkujiyekê filitîn.

Li gorî Reuters, berpirsên Amerîkayê da zanîn ku “droneke bi çek ku komên çekdar avêtin baregeha hewayî ya li Hewêrê,

Roja 26’ê Cotmeha borî beriya barbangê, pergala parastinê yên Amerîkî derbas kirin û kete ava baregehên hêzên Amerîkayê.

Dron saet derdora 5’an gorî dema herêmê îmha bû.

Berpirsên ku nexwestin navên xwe aşkera bikin diyar kirin ku teqemeniya di balafirê de neteqiya û tenê leşkerekî amerîkî bi sivikî birîndar bû û gotin:

Amerîka bi şans e ku ev bûyer wiha derbas bû, ji ber ku eger balafir teqiya ba dê komkujiyek rûdaba.”

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) û herdu berpirsan destnîşan kirin ku di çend hefteyên borî de nêzî 40 bûyerên ku bi balafirên bêmirov û mûşekan ji aliyê komên girêdayî Îranê yên li Iraq û Sûriyê ve li dijî hêzên Amerîkayê ve têne kirin.

Her wiha gotin, ev êriş wek bersiva piştgiriya DYA’ê ya ji Îsraîlê re di şerê li Xezayê de têne kirine.

Back to top button