Li Şehba şevbuhêrka helbestan hat li dar xisitn

Rewşenbîrên kantona Efrîn û Şehbayê şevbuhêrkek helbestan li dar xist.‎
Komîteya Çand û Hunerê ya bajarokê Erîşa jî, ji bo zîndîkirina mîrasa herêmê çalakiyeke çandê li dar xist.

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê şevbuhêrkek helbestan li navçeya Fafînê li dar xist.‎

Helbestvan Hemen Kurdaxî, behsa berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê kir û got:

Berxwedana wan a li Şehbayê ji bo vegerê xwedî wateyeke mezin e.

Piştre hin helbest hatin xwendin.

Li Erîşa çalakiyeke çandî hat li dar xistin

Li Bajarokê Erîşa ya Şedadê jî çalakiyeke çandî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hunermend, helbestvan û xelkê herêmê beşdar bûn.

Çalakî bi xwendina komek helbestên folklorîk ku mîrasa navçeyê nîşan didin, dest pê kir.

Piştre endama Komîteya Çand û Hunerê Meryem Elî li ser armanca lidarxistina çalakiyan got:

“Em dixwazin ji cîhanê re diyar bikin ku li gel me mîraseke hunerî ya dewlemend û curbecur heye û pêdivî bi parastina wê heye.

Her weha di çalakiyê de konek hate vedan û di bin konê de rûniştineke erebî hebû, hesp, destar û alavên folklorîk ên nasnameya herêmê nîşan didin, hebûn.

Back to top button