Meclisa Hevkariya Kendavê daxwaznameyek ji bo dirêjkirina qedexeyê ji NY re şand

Meclisa Hevkariya Kendavê ya welatên Ereb ji bo dirêjkirina qedexeya çekan li ser Îranê, daxwaznameyek ji NY re şand. Amerîka destek da vê gavê û ew bi “gava wêrek” bi nav kir, lê Îran bertek nîşanî vê yekê da û endamên Meclisa Hevkariya Kendavê bi kuştina sivîlan li Yemenê tawanbar kir.

Ev demek qedexekirina çekan bo Îranê di rojevê de ye..

Meclisa Hevkariya Kendavê ya welatên Ereb ji bo dirêjkirina vê qedexekirinê, nameyek ji Konseya Ewlekariya Navneteweyî re şand.

Di nameyê de, daxwaziya sepandina rêkarên zêdetir hat kirin, wekî:

“Qedexekirina çûnûhatin û rawestandina samanên kesên ku bi hawirdekirin an jî firotina çekan bo Îranê tawanbarkirî ne.”

Meclisa Hevkariya Kendavê di nameyê de daye xuyakirin ku Îran, belavkirina çekan li herêmê domandiye. Ev yek jî, beşekî siyaseta wê ya destwerdana li welatên Ereban e.

Wezareta Derve ya Îranê daxwaznameya welatên Kendavê şermezar kir

Îran bêdeng nema û yekser bertek nîşanî vê yekê da û li ser zimanê Wezareta xwe Derve, daxwaznameya Meclisa Hevkariya Kendavê şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve Ebbas Mûsewî anî zimên ku kuştina sivîlan li Yemenê, nimûneyeke berçav a siyasetên şaş ên hin endamên Meclisa Kendavê ye û got:

“Li Yemenê rojane li pêşiya çavên cîhanê, bi fermana Fermandarên dewletên Meclisê, sivîl tên kuştin.”

Mike Pempeo: Daxwaznameya Meclisa Kendavê “gaveke wêrek” e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pempeo jî da zanîn ku daxwaznameya Meclisa Kendavê ya dirêjkirina qedexeya çekan li ser Îranê, “gaveke wêrek” e.

Pempeo destnîşan kir ku Amerîka vê hefteyê projeya biryara dirêjkirina qedexeyê ji Konseya Ewlekariyê re pêşkêş dike.

Tê zanîn, Îran piştî lihevkirina nuklerî ya 2015’an, ji destpêka sala 2017 û li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya jimar 2231, ji kirîn û firotina çekan qedexekirî bû.

Her wiha tê payîn ku, 18 Comeha 2020’an, ev qedexe bi dawî bibe, Amerîka jî bi her wayî hewldanên dirêjkirina wê dide.

Back to top button