Serokwezîra Fînlandiya Marin îstifaya hikumeta xwe pêşkêş kir

Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin îstifaya hikûmeta xwe pêşkêşî Serokê Fînlandiyayê Sauli Niinisto kir.

Li Fînlandiya, piştî hilbijartin û endamtiya NATO guhertin pêk tên.

Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin îstifaya hikûmeta xwe pêşkêşî Serokê Fînlandiyayê Sauli Niinisto kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya hikûmeta Fînlandiyayê, Niinistö îstifa Marin qebûl kiriye.

Niinisto daxwaz ji Marin kir kuheta avabuna hikumeta nû karê xwe yê demkî dewam bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hikumeta demkî tenê wê bi karên rojane û lezgîn re mijol bibe.

Li Fînlandiyayê Partiya Koalîsyona Neteweyî ya muhafazakar bi rêjeya ji sedî 20,8, Partiya Fînlandiyayên Rast ji sedî 20,1 û Partiya Sosyal Demokrat a bi serokatiya Marîn ji sedî 19,9 deng girt.

Partiya ku li Fînlandiyayê wekî serok hilbijartin temam kirî, ji bo avakirina hikûmetê girîngiya xwe heye.

Ji bo birêvebirina welat ji 200 parlamentera pêwiste bêtirî 100 di nava koalîsyonekê de kom bibin ku heta bikarin hikumetê ava bikin.

Partiyên ku hilbijartinên 2019’an bi dawî kirin di sê cihên herî pêşîn de Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Fînlandî ya Rastî û Partiya Hevbendiya Niştimanî bûn.

Back to top button