Îro balerfirên nenas cihekî sivîlan li ser rêya Dirbêsiyê-Hesekê bombebaran kir û sivîlek birîndar bû.
Sivîlê ku birîndar bû ji şêniyên navçeya Amûde ye.
Sivîl piştî ku hate dermankirin vegerî mala xwe û rewşa wî niha aram e.
Nûçegihana me ragihand ku, cihê bombebaranê 1 km başûrê navçeya Dirbêsiyê ye.
Tê texmînkirin ku balefir ya dewleta tirk a dagirkere.
Hêzên ewlekariya hindirîn ji piştî êrîşê li herêmê dest bi lêkolînê kir.