Nûnerê MSD û Komkara Erebî li Qahîre civiyan

Alîkarê Sekreterê giştî yê Komkara Ereban Husam Zekî û nûnerê MSD’ê yê Misirê Sîhanok Dîbo li avahiya komarê hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê mijarên nêrîna MSD’ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser û rola Hêzên Sûriya Demokratîk di şerê li dijî terorê û xurtkirina aştiya navxweyî hatin nîqaşkirin.

Sîhanok Dîbo îşaret bi rola Komkara Ereban li gel xeteriyên li ser herêmê û welatên erebî, bi taybet gefên Tirkiyê û dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê kir.

Alîkarê Sekretêrê Giştî yê Komara Erebî got,

pêwîst rastiya nêrîna MSD’ê were xuyakirin û îdia û helwestên ên dûrî rastiyê yên li dijî wê werin derbaskirin.

Hûsam Zekî piştgiriya Komkara Erebî bi Opozisyonoa niştimanî ya Sûriyê ya bi çareseriya siyasî ya li gorî biryarên rewa yên navnetewî re anî ziman.

Back to top button