Pakistanê…ji ber lehiyê jimara kesên jiyana xwe dest dane gihişt 62’an

Li Pakistanê bîlançoya qurbaniyên ji ber lehiyê giran dibe.
Di encama lehiyên li eyaletên cuda yên welat de, jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 62’an.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya neteweyî de cih digirin, barana zêde bandorek neyînî li jiyana li Belûcîstan, Pencab û Xyber Pakhtunkhwa û herêma Gilgit-Baltîstan kir.

Li Belucîstanê bi mirina 9 kesên din re hejmara kesên ji 5’ê Tîrmehê ve jiyana xwe ji dest dan derket 49’an.

Rayedaran diyar kirin ku ji van kesan 5 di lehiyê de û 4 zarok jî ji ber ku dîwar bi ser wan de ket jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber barana zêde çavikên 7 bendavan teqiyan û gelek herêm di bin avê de man.

Li gundên li ser sînorê Efxanistan û Pakîstanê jî di bin avê de man.

Di vê navberê de, gelek rêyên ku Belûcistan û parêzgeha Pencabê bihev ve girê didin hatin girtin.

Hejmara kesên ku ji 5ê Tîrmehê ve li seranserê welêt di encama barana zêde de jiyana xwe ji dest dan derket 62’an.

Back to top button