Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her diçe zêde dibe.
17 rêxistinên Başûrê Kurdistanê bang li hikumeta Iraqê û başûr kirin ku li dijî êrîşan bi erka xwe rabin.
Nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê û Iraqê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk her diçe zêde dibe. Bi taybetî cih û deverên welatiyên başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk.
Li gorî nûçeya ajansa ROJ-NEWS’ê PDK’ê zextê li şêniyên gundê Edinê, Seraro û Dêşîşê yên Kanî Masiyê dike da ku gundên xwe vala bikin.
Gundî nerazîbûn nîşana hewldan û zextên PDK’ê dan, lê lijneya PDK’ê ya Kanî Masiyê gef li wan xwar û gotin, divê di nava 3 rojan de gund vala bibin.
17 rêxistinên li Başûrê Kurdistanê êrîş şermezar kir
Li aliyekî din jî nerazîbûn li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin..
17 rêxistinên jîngehê û sivîl yên li Başûrê Kurdistanê, li avahiya Partiya Kesk ya Kurdistanê a li bajarê Silêmaniyê, daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Rêxistinan diyar kir ku dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kêlometre xaka Kurdistanê dagirkiriye û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê binpêkiriye.