Şedadê-Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Nesar El Selcî hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD’ê Nesar El-Selcî li Goritana Şehîdan bi merasîmekê oxir kirin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Nesar El Selcî 2’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Şêniyên Şedadê cenazeyê Nesar El-Selcî bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Di merasîmê de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Sor ya Dêrazorê Xeys El Xelef axivî û got:

“Şehîd, pêşengên me yên rastîn in, wan bi ruhê xwe mezintirîn destanên lehengiyê nivîsandin û planên timakeran ên ji bo dagirkirina herêmên me, têk birin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seed El Xerîb jî sersaxî xwest û soza tolhildana şehîdan da.

Dawiyê, wesîqaya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

QSD’ê şehadeta şervanê xwe Sexer ragihand

Back to top button