QSD’ê nasnameya şehadeta şervanê xwe Nesar Meiyûf ragihand.
Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir ku şervanê wan Sexer şehîd bû.
Navendê derbarê mijarê de ev agahî parve kirin:
“2’ê Tebaxê grupek ji şervanên me dema erka xwe ya leşkerî li Şedadê pêk dianîn, kesên nenas êrişî wan kirin.
Di encama êrişê de şervanê me Sexer di Sênga xwe de derb xwar û gihîşt asta şehadetê.”
QSD’ê anî ziman ku şehîd Sexer tevli gelek hemleyên li dijî DAIŞ’ê bûye û bi fedekarî ji bo gelê xwe şer kiriye.
QSD’ê sersaxî ji malbatê şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya Şehîd wiha ye:
Nasnav: Sexer
Nav û paşnav: Nesar Meiyûf El-Selcî
Navê dayikê: Hesa
Navê bav: Meiyûf
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêra Zor/1985
Cih û dîroka şehadetê: Şedadê/2’ê Tebaxa 2023’an


