Xweseriya Demokratîk a Cizîrê: Divê komkujî wekî jenosîd bê ragihandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê dibêje divê civaka naveteweyî komkujiya li Şengalê wekî jenosîde ragihîne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo salvegera fermana Şengalê daxuyanî da.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiyê ya li navçeya Amûdê hat xwendin.

Rêveberiyê diyar kir ku fermana 3’yê Tebaxê ji bo qirkirina civaka Êzdî ya Şengalê pêk hat.

Rêveberiyê bang li civaka naveteweyî kir ku vê komkujiyê wekî jenosîde ragihîne û got:

“Kiryarên li dijî civaka Êzdî hatin kirin di sedsala 21’an de şermek li eniya mirovahiyê ye.

Di heman demê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafiran li dijî Şengalê dewam dikin.

Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên DAIŞ’ê temam bike da ku îradeya civaka Êzdî bişkîne.”

Rêveberiyê bang li civaka Êzdî jî kir ku rêxistina xwe û pergala xwe ya xweparastinê xurt bikin.

Her wiha li derdora rêveberiya xwe kom bibin û li ber projeyên bi armanca qirkirinê rabin.

YPG’ê şehîdên fermana Şengalê bi bîr anî

Back to top button