Welatiyên Fransayê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê welat îro diçin ser sandoqan û dengê xwe didin.
Îro wê 48 milyon welatiyên Fransayê ji bo diyarkirina serokkomariyê xwe yê nû ji bo 5 salan, wê biçin ser sandoqê û deng bidin.
Pêvajoya yekem a Hilbijartina serokkomarê nû yê Fransayê îro se’et 8’an dest pê kir û wê hata se’et 19’an bidome.
Di hilbijartinê de serokkomarê niha Emmanuel Macron jî di nav de, 12 namzet ji bo serokkomariya nû namzet in û di pêşbaziyê de ne.
Wê encamê hilbijartinê 13’ê Nîsanê ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Fransayê ve were biparvekirin.