QSD’ê encama êrişên 24 saetên dawî yên artêşa Tirk bi raya giştî re parve kir.
QSD’ê ragihand ku di roja 8’an a tevgera dagirkeriyê de, artêşa Tirk bi balafirên şer, tank û topan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.
Di van êrişan de dîsa warên sivîl, navendên xizmeta civakî û çavkaniyên jiyana gelan bûn armanc.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di roja 8’an a tevgera dagirkeriya Tirk, encama êrişên li dijî herêmê eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê sûcên şer dike û ev agahî parve kirin:
- Herêma Cizîrê
Til Temir:
Gundên Um El Kêf, Gozeliyê, Ebûş, Şêx Elî. Til Leben, Dirdarê, Tawîla û Um El Tewîl 26 caran hatin topbarankirin.
Zirgan:
Gundên Tl Werd, Xirbet Şeîr, Zihêriyê, Esediyê, Wadî Kora û Bobî 24 caran bi armanca êrişa topxaneyan.
Li derdora Zirganê jî hewldanê êrişî ya çeteyan ji aliyê şervanan ve hat astengkirin.
Di encama bersivdayînê de 2 çete hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.
Dêrik:
Eyn Dîwer, Xeraz Reşk û Deriyê Sêmalka bû armanca topxaneyan.
- Herêma Firatê
Kobanê:
Gundên Ziyaret, Çarixlî, Zorava, Siftik, Zormixar, Til Emhmed Munîr, Xerb-bîsan û bajarê Şêxlera Jorîn gelek caran hatin topbarankirin.
Girê Spî:
Gundên Hoşan, Evdokê, Sifiyan û Til Xan bûn armanca êrişên dijwar ên tank û topên artêşa Tirk.
Eyn Îsa:
Derdora bajarokê Eyn Îsa 15 caran hat topbarankirin.
Minbic:
Gundê Qert Wêran, Toxar û Çiyayê El Hemam 13 caran bû armanca êrişa topxaneyan.
Tirwaziyê:
Bajarokên Um El Beramîl û Kenterî 6 caran bû armanca êrişa tankên artêşa Tirk.
- Herêma Efrîn-Şehbayê
Gundewarên Til Rifat û bi giştî herêma Şehbayê 433 caran hatin topbarankirin.
Balafirgeha leşkerî ya Minixê jî bû armanca êrişa balafirên şer.
Dîsa li herêma Şehba hewldana êrişê ya çeteyan hat têkbirin.