Ji ber dorpêçê berê xwe didin bermahiyên çinînê

Jineke koçber ji Efrînê li hember dorpêça hikûmeta Şamê û êrişan , bi komkirina bermahiyên çinînê debara xwe dike.

Şêniyên Efrînê ji bo vegerin malên xwe li hember hemû şert û mercên dijwar li ber xwe didin.

Koçberên Efrînê ji ber dorpêçê bi komkirina bermahiyên çinînê debara xwe dike.

Ev jî yek ji wêneyên vê berxwedana zindî ye..

Koçberên ku di kamp û xaniyên nîv wêrankirî de dijîn..

Bi efarê debara xwe dikin û libên bierdê mîna kartol û pîvaz kom dikin.

Koçbera bi navê Henîfe Elî ku ji gundê Beradê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ye..

Ji destpêka dagirkirina Efrînê li kampa Serdemê ya gundê Til Sosînê dimîne.

Henîfe dibêje :

Rewşa me gelek dijwar e.

Ez çûm efarê wek hûn jî dibînin, ez wan ji axê paqij dikim.

Heta em vegerin warên xwe, em dê li hember her tiştî li Şehbayê jî li ber xwe bidin..

Back to top button