Deriyê Bab-Elhewa yê ser bi Tirkiyê ve 6 mehên din vekirî dimîne

Meclisa Ewlekariyê dewamkirina şandina alîkariyê di ser Tirkiyê re di deriyê Bab-El-hewa re erê kir.

Duh li Meclisa Ewlehiyê dengdan li ser dewamkirina vekirina deriyê şandina alîkariyê di dergeha Bab-El-hewa çêbû.

Di vê dengdanê de biryar hat girtin ku 6 mehên din alîkarî di ser Tirkiyê re derbasî herêmên dagirkirî bibin.

Di demeke ku 5 milyon Sûrî tevî koçber û Penaber li bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin, lê yekane deriyê ku alîkarî dikare tê re derbas bibe girtiye.

Rêveberiya xweser bi nameyekê ji NY xwestibû ku deriyê Til-Koçer vebibe, lê careke din deriyê şandina alîkariya bi herêmê re girtî hat hiştin.

Back to top button