Minbic..Di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 5 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Minbic di erebeyekê de teqîn çêbû, di encamê de jinek û zarokek jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên dawî li çerxerêya Şehîdan a bajarê Minbicê di erebeyekê de teqînek çêbû.

Di encama teqînê de jinek û zarokek jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha 5 kes (3 jin û 2 mêr) birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajar.

Back to top button