Çalakvan û parêzerên devera Balekayetî rexne li PDK’ê kirin

Çalakvan û parêzerên devera Balekayetî ya Başûrê Kurdistanê rexne li PDK’ê kir ku çekên pêşketî ku koalîsyonê ji bo li dijî DAIŞ’ê bikarbîne dane wan, divê PDK dewsa li dijî gerîla bikarbîne, wan çekan paşve vegerîne û sengerên şer ên Peşmerge yên li devera DAIŞ lêye bi cih bike, da ku peşmerge şehîd nekevin.

Di rojên dawî de çeteyên DAIŞ’ê gelek caran êrişê hêzên pêşmerge kirin û di encamê de gelek pêşmerge şehîd û birîndar bûn.

Piştî van êrişan hinek fermandarên pêşmergeyan îtiraf kirin ku çekên giran û pêşkeftî ku kualisyonê dabû PDK’ê da ku li dijî DAIŞ’ê bikarbîne, PDK ew çek birine qadên gerîla, ji ber wî ew nikarin li dijî DAIŞ’ê xwe biparêzin

Li ser mijarê çalakvanên devera Balekayetî Tekoşer Hisên ev birs kir û got:

“PDK’ê li Herêmên Parastina Medyayê bi dehan baregehên leşkerî avakirine û li beramberî têkoşîna gerîla rawestiyane.

Ev jî bûye cihê guman û pirsyarê, gelo çima çeperên pêşmergeyan ên li beramberî DAIŞ’ê vala û bê barastinin, lê çeperên li beramberî gerîla qayîm û pêşkeftîne?”

Tekoşer Hisên diyarkir gavên bi vê rengî nîşan dide ku di navbera DAIŞ û PDK’ê de hemahengiyek heye û wiha domand:

“Divê PDK wan çekên pêşketî şûna li dijî gerîla bikarbîne, divê bine li dijî DAIŞ’ê bikarbîne da ku peşmerge şehîd nekevin.”

Parêzer Îbrahîm Mistefa: Nabe çeperên peşmerge bê parastin be

Li ser heman mijarê Parêzer Îbrahîm Mistefa jî ev pirs kir; “Çek û pêdawîstiyên leşkerî ku dem bi dem hêzên hevpeyman radestî wezareta pêşmerge dike, li kuderê ne û çi bi serê wan tê?

Nabe çekên pêşkeftî yên hêza hevpeyman didin, di depoyên wezareta pêşmerge de werin ragirtin û veşartin.

Nabe ev çek werin dayîna kesên hizbî û bê berpirs û li aliyê din jî çeperên pêşmergeyan lewaz û bê çek bin.”

Back to top button