Li Tirkiyê zextên li ser ragihandina azad didome

Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin Malbatên rojnamegerên girtî ku têkildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin axivîn, anîn ziman ku rojnameger bi piştgirî û têkoşîneke hevpar dikarin pêşi li êrişên li ser rojnamegeriyê bigrin û xwestin ku rojnamegerên girtî bên berdan. Her wiha vê sibê nûçegihana ajansa mezopotamya Sezgîn Kartal hate binçavkirin.

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 10’ê Çileyê wekî Roja Rojnamegerên Dixebitin tê pîrozkirin.

Lê gelek rojnameger bi salan in di nav astengî, zext, tundî, binçavkirin û girtinan de kar û xebatên xwe dimeşînin.

Li gorî daneyên saziyên rojnamegeriyê, li Tirkiyeyê 87 rojnameger girtî ne.

Bi taybetî jî êrişên li dijî rojnamegerên kurd di wan salên dawî de zêdetir bûne.

Di 16’ê Hezîrana 2022’yan de li Amedê 16, 28’ê Cotmeha 2022’yan de jî li Enqere de 9 rojnamegerên kurd hatin girtin.

Malbatên rojnamegerên girtî ku bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin axivîn.

“Rojnamegerên Kurd ji ber rastiyê dinvîsînin dibin hedef”

Gulîstan Bûlûtê, hevjîna rojnamegerê girtî Zeynel Abîdîn Bûlût, Gulistan Bûlût diyarkir ku ji ber kû rojnamegerên kurd rastiyê dinvîsînin dibin hedef.

“Li Tirkiyê mafê rojnamevanan di bin lingan de ye”

Gulsum Altanê, hevjîna Serokê Komeleya Rojnamegaran a Dîcle Firatê (DGF) Serdar Altan jî axivî

Gulsum Altan got li Tirkiyê azadiya ramanê ya rojnamegeriyê nemaye û got.

“Li Tirkiyeyê azadiya ramanê ya rojnemegeran tune ye.

Îro bi dehan rojnameger ji ber ku karê xwe kirine, di girtîgehê de ne

Hê jî tu kes nizane rojnameger ji ber çi tên sûcdarkirin, ev 7 mehe hîn nikarin dosyayek amade bikin.

Li Tirkiyeyê hûn weke çapemeniya sereke nûçeyan parve bikin û rastiya ragihînin gel, hûn ê rastî astengiyan werin û werin binçavkirin û girtin.

Rastiya Tirkiyê îro ev e.”

Bi têkoşîna hevpar em li ragihandina azad xwedî derkevin

Gulsum Altan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî êrişan divê rojnameger di nava piştgiriyê de bin û axaftina xwe wiha qedand:

Divê li dijî vê yekê têkoşîn û piştgiriyeke bi hev re bê nîşandayin. Heke li dijî vê yekê bi hev re bertek neyên nişandan, êrişên desthilatê jî wê berfireh bibin. Em malbat dixwazin ku rojnamegerên girtî bên berdan.”

Rojnamevan sezgîn kartal hate binçavkirin

Îro Li Tirkiyê qaşo Roja Rojnamegerên Dixebitin de jî nûçegihanê ajansa Mezopotamya Rojnamevan Sezgîn Kartal di saetên serê sibê de bi serdegirtina polîsan a mala wî de hate binçavkirin.

Back to top button