Rêveberiya Jîngehê ya herêma Cizîrê projeyek nû amade dike

Şêniyên taxa Hilêliyê ya Qamişloyê ji bo çareserkirina pirsgirêka dûmana agirê çopê banga çareseriyekê kir.
Rêveberiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê jî amadekariya projeyeke nû dike.

Hevseroka Rêveberiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê Buşra Ferhan da zanîn ku ji ber rewşa vîrûsa coronayê projeya vegerandina çopê hatiye sekinand.

Li gorî Buşra heta rewş baş bibe ew ê li ser projeyê kar bikin.

Buşra diyar kir ku ew çareseriyek berdêl ji bilî projeya vegerandina çopê re dîtine û got:

“Em li erdekî digerin, emê cihekî ji bo sergoyê çê bikin.”

Back to top button