Polîsên Tirk bi dehan beşdarên çalakiyên 8’ê Adarê girtin

Polîsan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimarek jinên ku beşdarî çalakiyên pîrozkirina 8’ê Adarê bûbûn, girt.

Tevî ku Erdogan qaşo planên mafên mirovan radigihîne, lê duh bi dehan jinên ku bi armanca pîrozikirina roja xwe ya cîhanî daketibûn qadan, bi destê polîsên wî hatin girtin.

Her wiha çalakî û şahî jî hatin qedexekirin.

Li gorî çalakvaneke Tevgera Jinên Azad a bi navê Nazan Dîkîcî, li Amedê jî jimarek mezin a jinan hate girtin.

Back to top button