Artêşa Tirk a dagirker, îro derdroa saet 01.00’ê li dijî Heftanînê dest bi êrîşeke bejahî kir.
Heftanîna ku dewleta Tirk dixwaze wê dagir bike, girîdayî Herêmê Parastina Medyayê û nêzê Dihokê ye.
Çavkaniyên xwecihî destpêkirina êrîşa bejahî piştrast kir.
Heman çavkaniyan diyar kir ku cih û warên sivîlan bi dijwarî hatin bombebarankirin û tevgera dagirkeriyê di aliyê Dihokê de bi beşdariya hezaran leşker, dest pê kiriye.