TEV-DEM: Em ê Newrozê bikin bingeha rizgarkirina herêmên dagirkirî

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bi daxuyaniyekê Cejna Newroza 2020’an li gelên Kurdistan û Mezopotamyayê pîroz kir.

TEV-DEM’ê diyar kir, ew ê Newrozê bikin bingeha rizgarkirina Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso jî, bû mêvanê bernameya televizyona me Ronahî TV û cejna Newroza 2020’an li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kir.

Xerîb Hiso diyar kir ku Erdogan serê Dehaqê nû ye, li dijî êrîşên wî, gel berxwedaniyeke mezin dide meşandin.

Hiso teqez kir, ji ber ku terora DAIŞ’ê jî têk çû, ew ê agirê Newroza îsal, geş û berfirehtir bikin.

Back to top button