
Li Efxanistanê, 7 kes di encama teqîna erebeyke bombebarkirî de hatin kuştin û 53 jî birîndar bûn.
Seyd Ebd El-Wahid Qetalî rêveberê Wîlayeta Hirat ragihand, ku duh êvarî li nêzî navenda polîsê ya wîlayetê, erebeyeke bombebarkirî hat teqand.
Li gorî Qetalî, di encamê de, 7 kes hatin kuştin û 53 sivîl û hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Li gel vê jî ziyaneke mezin gihaşt bi dehan mal û firoşgehên derdorê.
Heta niha, ti aliyî ev teqîn negirtiye ser xwe, lê desthilat tiliyên tawanbariyê dirêjî Tevgera Talîbanê dikin.