Li Nîjeryayê komeke çekdar 30 xwendekar revandin

Li Nîjeryayê, 30 xwendekarên din ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin.

Li parêzgeha Kadona ya li bakur- rojavayê Nîjeryayê, li gorî desthilatên welêt, komeke çekdar êrîşî dibistanekê kir.

Desthilatan ragihand ku di encamê de, hin karmendên dibistanê di nav de, 30 xwendekar hatin revandin.

26’ê Sibata borî jî, komeke çekdar, 300 keç ji dibistana bajarokê Janjebî revandibûn.

Back to top button