KNK: Cejna Newrozê weke derfet bi kar bînin û bighêjin yekîtiyê

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNKê ji bo diyaloga nava aliyên Kurdî de hatibû avakirin, teqezî li ser dewamiya hewldanên xwe yên aştî û yekîtiyê kir.
Komîteya banga lihevhatina aliyên siyasî kir, ku divê her kes ji bo aştiyê kar bike û hêvî kir ku Newrozê weke derfetek b ikar bînin û bigihêjin yekîtiyê.

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK, bi daxuyaniyekê bal kişand li ser metirsî û nêzîkatiyên aliyên Kurdî.

Komîteya KNK’ê destnîşan kir ku welat û gelê Kurdistanê di qonaxeke tijî mertirsî û alozî derbas dibe û djminên Kurdistanê dek û dolabên tirsinaktir girêdidin.

Komîteya KNK’ê anî ziman ku li hemberî vê yekê giyanê bergîrî û dirêjpêdanê xebat û têkoşînê ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê di asteke bilind de ye..

Ev komîte 21’ê Mijdara 2020’an ji bo diyaloga nava aliyên Kurdî de hatibû avakirin, lewera teqez dike, ew ê hewlên xwe yên aştî û diyalogê dewam bikin.

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê got:

“Li cihê ku partiyên siyas tirsê bidin hev û aloziyan ji hev re çêkin, divê hevgirtî bin, sînorên sor ên niştîmanî û neteweyî destnîşan bikin û dost û dijminên gelê xwe nas bikin.

Her wiha bibin sedem ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe, yên ku wî bi gelek cangorî û fedakariyên mezin bi dest xistine.”

Komîteyê 21ê Adarê jî pîroz kir û hêvî ji hemû aliyan kir ku vê Newrozê weke derfetek bi kar bînin û bigihêjin yekîtiyê.

Her wiha ji bo yekîtiyê jî komîteyê bang li her kesê kir, ji bo aştiyê kar bike.

Back to top button