Li Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin

Nûnerên partiyên siyasî û saziyan serdana rojnamevanên hatin berdan kirin û ev peyam dan: “Ji bo dengê heqîqetê qut bikin, êrişî Çapemeniya Azad dikin” 

Li Amedê 15 rojnamevanên kurd piştî 13 mehan beriya du rojan ji girtîgehê hatin berdan.

Nûnerên partiyên siyasî û saziyan serdana rojnamevanên li avahiya Komeleya Rojnmevanan a Dîcle Firatê serdana rojnamevanan kirin

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di serdanê de axivî û wiha got:

“Rojnamevanên hêja parastinek dîrokî kirin.

Naxwazin ku rojnamevanên kurd dengê heqîqetê ragihînin.

Ji bo heqîqetê bêdeng bikin, rojnamevan girtin.

Em bi hêvî ne ku piştî berdana rojnamevanan wê deriyê hemû zindanan vebibe. ”

Paşê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan destnîşan kir ku wan pêvajoyek zehmet derbas kirine û got:

“Xwestin ji girtina me, encamê bigirin lê nikaribûn bigirin.

Ji me re gotin, ‘bêdegn bin’ em bêdeng nebûn”

Rojnamevan Neşe Toprak jî spasiya kesên hatine serdana wan kir.

Doza dijî rojnamegeran Kurd di roja 2. de li Amedê dewam kir

Back to top button