QSD: Li Til Temirê êrîş û tevgera dagirkeran dewam dike

QSD’ê encama şerên 24 saetên dawî yên li heremê eşkere kir û dazanîn ku dewleta Tirk a dagirker li êniyên Til Temirê êrîş û tevgera xwe ya dagirkeriyê didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana roja 61’emîn eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê,

Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê li herêmên Ebû Rasen û gundewarên wê yên li bakûrê Til Temir û nêzî Eyn Îsa tevgera xwe ya dagirkeriyê dewam kirin.

Li Ebû Rasenê komên çete bi hejmarek zêde wesaîtên zirxî û çekên giran hêz veguhestin herêmê.

Herwiha li gundên Til el-Werd û Ing el-Hewa jî hejmarek ji komên çete xwestin êrîş bibin ser qadên nû.

Li herêmê tevgera balafirên bê mirov jî bê navber dewam kir.

Li êniya Til Temirê jî komên çete bi çekên giran êrîş birin ser gundên Qasimiyê û Ûm el-Kêf û hewl dan li vê herêmê dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Leave a Reply

Back to top button