Şaneya aloziyê ya herêma Cizîrê ji ber belavbûna vîrûsa korona qedexeya giştî li bajarê Dêrikê û gundewarên wê ragihand.
Şaneya aloziyê di vê derbarê de daxuyaniyek da û wiha got:
Ji ber zêdebûna rewşên vîrûsa Korona li bajarê Dêrikê û gundên wê, me biryara ferzkirina qedexeyê da.
Qedexeya giştî wê 14 rojan bidome û wê 6’ê Mijdarê dest pê bike û heta 19’ê Mijdarê dewam bike.
Hemû dibistan, sazî, perestgeh, sûk, cihên pîşesaziyê, lîstikgeh, xwaringeh û klînîk tên girtin.