Şandeyeke Almanî, ji bo şopandina rewşa tenduristiyê, serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Şandeya almanî ji Dr. Bir-git Qoch, Dr Zimon Becker, Seroka Komeleya Aştî û Hêvî ya Kurdistanê Emîne Gozan pêk tê.
Şande ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên komîteya tenduristiyê ve hat pêşwazî kirin.
Aliyan derbarê Korona û astengiyên beramberî rêveberiyê nîqaş kirin.
Têkildarî armanca ji serdana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bijîşkê beşa lezgîn ya Almaniya Zimon Becker ji ajansa hawarê re axivî û got:
Ev 3 roje em xebatên tenduristî yên li herêmê dişopînin.
Em dixwazin alîkariya vê herêmê bikin, gelek bişîşkên Amerîkî û Alman dixwazin piştevaniya vê herêmê bikin, lê belê nizanin pêdivî bi çi heye.
Me di gerên xwe de gelek nexweşxane dîtin, me dît ku pêdiviyên wan bi derman, alav û kadroyên tenduristî hene.
Zimon Becker wiha dawî li gotina xwe anî: “Me pêşniyar û kêmbûna pêdiviyan nivîsand da ku ji derve re pêşkêş bikin û li gorî nirxandina guncaw ku me dîtiye alîkariya herêmê bikin.”