Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku, 11 leşkerên Tirk di êrîşeke asmanî ya li ser odeya operasyonên baregeha Miêtîqayê de hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Birêveberiya Perspektîva Manewî, ev êrîş di çarçoveya parastina rewa de hate pêkanîn.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê duh jî ragihand ku hêzên wan droneke Tirkî li bajarê Misratayê anî xwarê.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Droneke Tirkî anî xwarê
Artêşa Niştimanî, bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên parastina asmanî, drona Tirkî ku ji Misratayê bilind bû, kir armanc.
Di encamê de, dron li herêma Bûqirîn li nêzî bajêr, ket xwarê.
Li gorî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, vê dronê hewl dida êrîşî nuqteyên hêzên wan bikira.