Kawa Fatimê: Sûcên tên kirin li dijî peymanên navneteweyî ne

Hiqûqnas û endamê Yekitiya Parêzeran a Hesekê Kawa Fatimê diyar kir veşartina sûcên dagirkeriya Tirk ji aliyê PDK′ê ve, di çarçoveya planekê de tê kirin.

Hiqûqnas Kawa Fatimê tekez kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî mirov û keviran bi kar tîne û got:

“Dewleta Tirk bi israr e ku berxwedana hêzên gerîla têk bibe.

Di bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî de sînor derbas kiriye.

Dewleta Tirk di 1992’yan de hemû peymanên ku çekên kîmyewî qedexe dikin, erê kirine..

Lewma neçar e ku bendên peymanan bi cih bîne..”

Fatimê behsa rêgirtina PDK′ê ya li ber çûna şandeya Yekitiya Bijîşkan a Navneteweyî ji bo wan herêman kir û got:

“Ev kiryar îsbata veşartina sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî peymanên navneteweyî ye.

Desteserkirina PDK′ê ji wan maskeyan re jî nixumandina sûcên dagirkeriya Tirk de ye.”

Back to top button