“Li hember êrişan em ê berxwedanê xurtir bikin”

Jinên Minbicê li dijî êrişan bertek nîşan dan û tekez kirin ku ew amade ne li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin.

Di demên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser heremê zêdetir kiriye..

Li dijî vê yekê jinên Minbicê hewlesta xwe nîşan dan ..

Welatiya bi navê Şemse Berkel tekez kir ku Dewleta Tirk hewl dide mozaîka civakî têk bibe û got:

“Divê gel xwe birêxistin bike li gorî prensîbên şerê gel ê şoreşgerî ..

Emê li hember êrişan têkoşînê bilind bikin ..”

Welatiya ji pêkhateya Ereb Heyat Salim jî got:

“Di radeya yekemîn de dagirkeriya Tirk jinan dike hedef..

Ji ber ku ji têkoşîn û destkeftiyên wê yên li herêmê pêk anîne, ditirse.”

Ji pêkhateya Çerkes jî Talîn Diyaedîn êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û wiha got:

“Armanca dagirkeriya Tirk ew e ku tirsê bixe nava şêniyan, ewlehî û îstîqrara li herêmê tevlihev bike.”

Back to top button